Îlon 10, 2020 15:20 Asia/Tehran
  • Berpirsê YNKê li Kerkûkê: Partiya Dêmokrat ji ber zexta Tirkiyê venagere Kerkûkê

Berpirsê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê, Partiya Dêmokrat (Partî) tawanbar kir ku ne bi daxwaza xwe, lê ji ber zext û xwesteka Tirkiyê venagere Kerkûkê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Muhemed Osman, Berpirsê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê di gotûbêja bi Rûdawê ra tevî amajeya bi vêya ku venegeriyana Partiya Dêmokrat a Herrêma Kurdistanê bo Kerkûkê daxwaza vê partiyê nîne, belkî li ser daxwaza Tirkiyê û di bin zextên vî welatî da venagere Kerkûkê, got: Ev partî berpirsê asayînekirina rewşê li Kerkûkê ye, ji ber ku nexwest di çalakirina konseya parêzgeha Kerkûkê û bijartina parêzgarekî Kurd hevkariyê bike.

Serepeyv