Îlon 10, 2020 14:48 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê gihîşte Hewlêrê

Mustefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi pêşwaziya fermî ya Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, derbasî Hewlêrê bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mustefa El-Kazimî, Serokwezîrê Iraqê îro Pêncşemiyê, 20ê Îlonê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind û rêberên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Hewlêrê bû.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li balefirgeha Hewlêrê pêşwazî li Kazimî kir.

 

 

Serepeyv