Îlon 06, 2020 17:36 Asia/Tehran
  • Şandeyek Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şandeyek hikûmeta Herêma Kurdistanê wê roja Sêşemê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ji bo gotûbêja ser bêdceya 2021’an biçe Bexdayê.

Her çiqas biryar bû îro ev şanda Herêma Kurdistanê biçûya Bexdayê, lê ji ber çend pirsgirêkên neçû. Biryar e ku ew roja Sêşemê biçe Bexdayê.

Çavkaniyekê ji Encumena Wezaretan a Herêma Kurdistanê ragihand ku biryara ku roja Sêşemê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubat Talebanê û endamên Wezareta Darayî û Plandanînê, Sekreterê Encumena Wezîran û Serokê Dîwana Wezîranan biçe Bexda û li gel Serokwezîrê Iraqê û serokê Encûmena Wezîran bicive.

Li gorî heman çavkaniyê mijara sereke ya serdanê, budcê, şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û projeya yasaya bûdceya sala 2021’an a Iraqê û para Herêma Kurdistanê ya budceyê ye.

Serepeyv