Îlon 04, 2020 23:29 Asia/Tehran
  • Balafirên şer herêma Biradost bombebaran kir

Serokê ofîsa pêwendiyan ya serokomariya Tirkiyê li ser berdewamiya operasiyonên leşkerî li Herêma Kurdistan û bakura Iraqê pêgîrî kir.

Di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hevdîtin dikir, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêma Biradost bombebaran kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê devara Gewrezîn a herêma Biradost bombebaran kir.

Ji ber bombebaranê şewat derket..

Herwiha di encama bombebaranên dewleta Tirkiyê û topbaran û mûşekbaran deverên curbicur li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û gelek çavkaniyên siruştî yên vê deverê jî şewitîne û bi sedan gundên kurdên Iraqê jî vala bûne.

Her ji ber vê yekê gelek kesayetiyên kurd û iraqî sefera Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtinên wî bi rayedarên Tirk ên wekî Erdogan û Çavûşoglu bi tundî rexne kirine.

Serepeyv