Tebax 03, 2020 23:01 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 6emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî bi destê koma terorîst a DAIŞê peyamek belav kir û tekez kir, "Em soza ji bo kesukarên revandiyan dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan berdewam dibin."

Nêçîrvan Barzanî di wê peyamê de dibêje, “Di demekê de em vê karesatê bi êş bi bîr tînin ku mixabin hê jî ji birîna xwîşk û birayên me yên Êzidî xwîn jê diçe û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê dijîn. Şingal û navçeyên din ên Êzidiyan hê jî nehatine avedankirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan tê de nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de dûpat dike, ku “Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.”

Îro şeş sal di ser komkujiya Şingalê re derbas dibin, ku çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an kirin. Ligel kuştina bi sedan û derbiderbûna bi hezaran Kurdên Êzidî, bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û wendakirin.

Serepeyv