May 22, 2020 22:47 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê diyar bû

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku roja Yekşemê yekem roja cejna Remezanê ye li Herêma Kurdistanê.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku roja Yekşemê (24.05.2020) weke yekem roja Cejna Remezanê hatiye diyarkirin.

Di wê konferansa rojnamevanî de tekezî li ser wê hat kirin ku Lîjneya Dîtina Heyvê îro kom bû û di wê civînê de biryar hatiye dayîn ku Yekşem yekem roja Cejna Remezanê be.

Şêx Îbrahîm Berzincî, Berpirsê Rêveberiya Îrşad a Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî behsa wê jî kir, belgeya şerîî bo dîtina heyvê li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê nebûye û “hevy bi belge li asmanê Herêma Kurdistanê nehatiye dîtin.”

Wezareta Ewqaf, diyar kir roja Şemi (23.05.2020) tewawkerê meha Remezanê ye û herwiha bi boneya Cejna Remezanê pîrozbahî li musilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.