May 21, 2020 13:57 Asia/Tehran
  • YNKyê 150 zîndanîyên teroristên Ereb radestê Rakan Cibûrî dike

Yekêtiya Nîştîmanîya Kurdistana Iraqê (YNK) 150 zîndanî yên terorist ji Erebên Sunne yên bajarokê Hewîce ku bi tuhmeta endambûnê di rêkxistîya DAIŞê de hatibûn girtin, ji Silêmanîyê ve radestê Kerkûkê dike.

Berpirsê Melbenda YNKyê li Kerkûkê got: Ewên dihên radestkirin di dema şerê DAIŞê de, hatibûn girtin û li gor rêketinekê li gel rêvebrîya Kerkûkê û Rakan Cibûrî parêzgarê Kerkûkê re dê were vegerandin bo wê parêzgehê.

Hevdem fermandarê Operasyonên Kerkûkê tekez kir:  Ewa hatîye encamdan azadkirina zînadanîyan nîne, lê radestkirin e.

Wek tê tekezkirin, YNKyê bê vegeryan bo dadgeh û hikumeta Herêma Kurdistanê ew 150 zîndanîradestê parêzgarê Kerkûkê diken û tevaya wan zîndanîyan jî bi made ya 4ê terorê hatine girtin.

Di vî warî de, Ednan Kerkûkî, gotebêjê Civata Serkirdatîya Kerkûk-Germîyan yê Partîya Demokrata Kurdistnaê (PDK) dibêje: "Pişkek ji wan zandanîyan destên wan heye di şehîdkirina Pêşmege yên dîl de û şerê Pêşemergeyan kirine. Pişkek ji wan jî, ewin yên hêriş kirine ser Kerkûkê".

Rizgar Îsa, endamê Komîteya navxwe ya Perlemana Kurdistanê tekez kir, lêkolînê li ser vê pirsê dikin û divê civaka nêvdewletî jî li ser vê pirsê helwêsta xwe hebe, çunku rûbirûbûna DAIŞê hevahengîyeka nêvdewletî ye.