Adar 26, 2020 18:29 Asia/Tehran
  • Daxwaz jibo dirêjkirina 15 rojî ya qedexetiya hatûçûnê li Herêma Kurdistanê

Serokê Rêveberiya Tendurustiyê ya Silêmaniyê ragihand ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwesitye qedexetiya hatûçûna di nav bajaran da û Qerentîneya jibo sekinîna dijî Vîrûsa Koronayê bi qasî 15 rojên din dirêj bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Sebah Hewramî di gotûbêja digel Radyoya Dengê Amerîkayê ragihand ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daaxwaz kiriye ku qedexetiya hatûçûna li nav bajaran û navbera parêzgeh û bajarên Herêma Kurdistanê ku jibo pêşîlêgirtin li belavbûna Vîrûsa Koronayê hatiye sepandin, bi vî awayî û bi qasî 15 rojên din û heta 15ê Nîsanê dirêj bike.

Ji aliyê din va malpera Xendanê ragihand ku hêzên taybet li Herêma Kurdistanê di halê dezenfektekirin û amadekirina bankan jibo dayîna destmizda kedkaran û fermanberên Herêmê ne; Dayîna ku ji ber belavbûna Koronayê û rêzikên Qerentîneyê paşda ketiye.

Ev di halekî da ye ku îro Pêncşemiyê Wezareta Tendurustî û dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku sê babetên nû yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê (KOVÎD-19) li Hewlêrê hatine naskirin û ragihand ku hejmara tûşbûyiyan li Herêmê gihîştiye 103 kesî.