Sibat 15, 2020 08:22 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel rayedarên cîhanê li Monîxê didomin

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Mike Pompeo, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civîya û ragihand:"Em ligel Pompeo hevra bûn ku pêwîst e hêzên Amerîkayê li navçeyê bimînin."

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li rex Konferansa Ewlehîyê ya Mûnîxê li Almanyayê ligel Mike Pompeo civîya û piştî civînê, di twîtekê de derbarê naveroka wê civînê de ragihand: ''Em ligel Pompeo hevra bûn ku hêzên Amerîkayê pêwîst e li navçeyê bimînin.''

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê wê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “di kombûnê de her du alîyan derbarê dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de taybetî di warê aborî û hemahengiya zêdetir bo sekinîna himberî terorê gotûbêj kirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha ligel Wezîra Berevanîya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer civiya û her du alîyan liser alîkariya Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bo Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Berevanîya Iraqê Necah Şemerî re jî civiya.

Her du alîyan di civînê de, têkildarî alûgurên Iraqê û herêmê, girîngiya ewlehî û aramiyê li Iraqê gotûbêj kirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî liser pêkanîna hukimeta nû ya Iraqê diyar kir, ku ligel pêkanîna hukimetekê ne ku xwedî piştgiriyek fereh a pêkhateyên Iraqê be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herweha anî zimîn, ku Hukimeta nû divê pabendî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê be.

Di hevdîtinê de, liser têkoşîna dijî DAIŞê hate rawestan û giringiya hevahengiyê di navbeyna Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de jî, gotûbêj hat kirin.