Çile 16, 2020 18:47 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî: Pêwîst e hevahengîya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê jibo şerê dijî DAIŞ`ê were parastinê

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) di civîna digel Konsolê Fransayê li Hewlêrê de pêgirî ser domandina hevkarîya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di şerê dijî DAIŞ`ê de kir.

Mesûd Barzanî Serokê PDK îro bi Konsolê Fransayê yê li Hewlêrê Olîvîyêr Dêkotînî re civîya û her du alîyan derbarê rewşa sîyasî û dawîn alûgurên Iraq û navçê de gotûbêj kirin û herwiha amajeyî gefên pêşberî demajoya sîyasî ya Iraqê û alozî û gêreyên navçeyî û navnetewî kirin.

Konsolê Fransayê yê li Hewlêrê di wê hevdîtinê de pêgirî kir ku parastina istiqrara Herêma Kurdistanê û Iraqê jibo Parîsê girîng e, em hêvîdar in ku şerê dijî DAIŞ`ê bi hevkarîya hêzên Hevpeyman û iraqî taybetî jî hêzên Pêşmerge were domandinê.

Barzanî û Dêkotînîyê herwiha derbarê êrişa têrorîstan û gefa xurtbûna DAIŞ`ê li Iraqê rawêjkarî kirin.