Çile 16, 2020 18:31 Asia/Tehran
  • Civata Bilind a Sîyasî ya YNK yê desthilatên ligorî rêziknama navxweyî kivş bike

Civata Bilind a Sîyasî ya YNK bi serokatîya Kusret Resûl Elî Serokê wê civatê li avahîya Civata Bilind a Sîyasî ya YNK li şarê Silêmanîyê civîya û lêjneyek jibo kivşkirina desthilatên wê civatê pêk anî.

Di civîna Civata Bilind a YNK da bilî hilkolandina biryarên kombûna buhurî ya Civatê, projeyek ji hêla Serokê Civata Bilind a Sîyasî ya YNK va hat hilêxistinê jibo kivşkirina desthilatên wê civatê di rêziknamama navxweyî da û herwiha lêjneyek jibo amadekirina wê planê û gotûbêja digel endamên Civata Giştî ya Serkirdayetîyê bi mebesta kivşkirina desthilatên Civata Bilind a Sîyasî. 

Civata Serkirdayetîya Giştî ya YNK yekem civîna xwe piştî Kongira Çaran roja Sêşem a hefteya buhurî bi serokatîya Mistefa Çavreş weke endamê herî biemir li Silêmanîyê lidar xist.

Di wê civînê de pişikdaran derbarê kutakirina karên Kongira Çaran ku jibo Civata Serkirdayetîya Giştî hatibûn sipartinê û herwiha mijara pêkanîna lêjneyekê bi mebesta şopadina riziknama navxwe ligorî biryar û raspartinên endamên Kongira Çaran a YNK hatin hilkolandinê.