Çile 16, 2020 17:00 Asia/Tehran
  • Fraksyona YNK careka din piştgirî da projeyasaya çaksazîyan

Fraksyona YNK pêgirî ser piştgirîya xwe ji projeyasaya çaksazîyan kir û ragihand ku ew diravê di çarçova bicihanîna wê qanûnê de dimîne, yê jibo zêdekirina miaşê malnişînîyê were xerckirinê.

Cemal Hewêz Serokê Fraksyona YNK li Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand: Me garantî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtîye ku ew diravê ku ji ber kêmkirina miaşê pillebilindan dizvire xizîna Hikûmetê, jibo zêdekirina miaşê wan kesan were xerckirinê ku miaşê wan kêm e taybetî jî kesên malnişîn. 

Serokê Fraksyona YNK herwiha piştgirî da hemî projeyasaya çaksazîyan û ragihand: Bi giştî ew projeyasaya baş e, pêngav bi pêngav e, bilî wê dilgiranîyên girtîyên sîyasî jî di nav de ji holê hatine rakirinê.

Wî pêgirî kir ku pêngaveka din jî yê jibo dabînkirina daxwaêzn xelkê Herêma Kurdistanê bê rakirinê.