Çile 16, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Tevgera Gorranê: Em qebûl nakin kesek projeyasaya çaksazîyan ji rê derxe

Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand: Pişkeke daxwazên me di çaçrova projeyasaya çaksazîyan de hatîye pesendkirinê, haya me ji pakbûna wê yasayê heye û em ji hîç kesekî jî qebûl nakin wê qanûnê bixalifîne.

Elî Heme Salih Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlimana Herêma Kurdistanê di civîneke çapemenîyê de got: Em bi hemî alîyên xwe va piştî pesendkirina projeyasaya çaksazîyan dê jibo destûyra malnişînkirinê ya yekgirtî kar bikin.

Wî herwiha got: Ligorî qanûna çaksazîyê mûçeyên zimhêrkirî yên karmendan li hesabeke bankî bên xweyîkirinê û bi saya rênimayîyên Wezareta Darayîyê dê karmend derheq rewşa miaşê xwe bên agahdarkirinê. Herwiha miaşê malnişînbûnê jî yê ligorî qanûna çaksazîyê dê li wî diravî bê zêdekirinê.

Elî Heme Salih herwiha got: Hin alî dixwazin projeyasaya çaksazîyan piçûk bikin û di wê çarçovê de hemî xalên girîng ên malnişînkirina pilleyên bilind û parlimanteran hatine kurtkirinê û ev yeka di halekî da ye ku çend xalên girîng ên çaksazîyê di nav wan da ne.

Serokê Fraksyona Tevgera Gorranê li Parlimana Herêma Kurdistanê herwiha pêgirî kir ku bi saya projeyasaya çaksazîyê idî hîç kesek nikare bi awayekî narewa du miaşan wergire.

Parlimana Herêma Kurdistanê îro projeyasaya çaksazîyan pesend kir û Fraksyonên Komel, Yekgirtû û Nivşa Nû jî di civîna Parlimanê de pişikdar nebûn.