Çile 15, 2020 18:13 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî: Îran ewil welat bû ku li şerê dijî DAIŞ`ê ji bo hêzên Pêşmerge çek û sîlah şand

Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê got: Îran ewil welat bû ku li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê ji bo hêzên Pêşmerge çek û sîlah şand.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Li vîdyoyekê ku telivîzyona Skayî News a Erebî belav kir, Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê bal dikşîne ser nexş û rola Îranê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê û dibêje: Îran ewil welat bû ku li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê ji bo hêzên Pêşmerge çek û sîlah şand.

Li vê vîdyoyê da nûçegihanê Skayî News a erebî ji Barzanî dipirse bo çi pêştir ji hemû welatan hûn sipasiya Îranê dikin û Barzanî dibêje ji ber ku Îran ewil welat bû ku alîkariya me da.

Mesûd Barzanî li vê gotûbêjê da dibêje: Em li rewşekê da ne ku pêwîst e rastiyan bêjin , wê çaxê ku terorîstên DAIŞ`ê êrişî ser me kir; îraniyan du firoke çek û sîlah ji bo me şandin û li wê çaxê eva alîkariyekî gelek girîng bû.

Paşê nûçegihan jê dipirse erê welatên din çi, wan jî alîkarî dane we, Barzanî dibêje erê welatên din jî hatin û alîkarî dane me lê rastî ev e ku Îran ewil welat bû ku alîkarî gihandine me.