Çile 15, 2020 18:11 Asia/Tehran
  • Fermandê giştî yê YBŞ'ê li encama êrişên îro yên Tirkiyê hat kuştin

Fermandê operasyona Neynewayê, ragihand ku li encama êrişa balefirên cengê yên Tirkiyê ser baregeha Yekînên Berxwedana Şingalê (YBŞ) heşt şervan hatin kuştin û şeş şervanên din jî birîndar bûn. Her wiha hatiye ragahndin ku di nava kuştiyan de Zerdeşt Şingalê, fermandê YBŞ heye.

Li encama êrişa îro ya balefirên Tirkiyê ser Dugirê li nahiya Sinûnê ser bi qezaya Şingalê bo ser baregehên  Yekînên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Zerdeşt Şingalî, fermandê YBŞ hat kuştin. 

Zerdeşt Şingalî, fermandê giştî yê YBŞ li sala 1991 li qezaya Şingalê ji dayîk bûye û pêştir berpirsê peywendiyên YBŞ bû, midehekê jî berdevkê vê hêzê bû. 

 Hêzên YBŞ û yekînên jinên Şingalê, YJŞ wek hêzên ser bi PKK tên nasîn û li beşek ji navçên Şingalê û derdora wê bi cih bûne. 

 Her wiha hat raghandin ku li encama  burdumana  Tirkiyê ser YBŞ, heşt şervan jî canê xwe ji dest dane û şeş kes jî birîndar bûne.