Kanûn 05, 2019 15:02 Asia/Tehran
  • Bexda û Hewlêrê liser dayîna deynên Herêma Kurdistanê lihev kirin

Wezîrê Darayîyê yê Herêma Kurdistanê hin hûrgilîyên lihevkirina Bexda û Hewlêrê têkildarî nift û bûcê ragihandin û dîyar kir ku ew lihevkirin dayîna deynên Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe.

Wezîrê Darayîyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêxcenab di civîneke çapemenîyê li Hewlêrê de di bersiva nûçegîhanan têkildarî muzakireyên vê dawîyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê de got: Ligorî rêkevtina her du alîyan, Herêma Kurdistanê yê di rojê de 250 hezar bermîl nift radestî Şirketa Netewî ya Nifta Iraqê (SOMO) bike û derhata wê dê here xizîna dewleta navendî.

Wezîrê Darayîyê yê Herêma Kurdistanê bêyî amajeyî hûrgilîyên zêdetir bike, dîyar kir: Me derbarê deynên herêma Kurdistanê û dayîna wan jî bi Bexdayê re muzakire kir û her du alîyan di vî warî de jî lihev kirin.

Awat Şêxcenab herwiha got: Desteya muzakirekar a Herêma Kurdistanê erka xwe ya bicîkirina daxwazên Herêma Kurdistanê di pêşnumaya bûca sala 2020 a Iraqê de bi awayekî serketî pêk anî û heke Bexda pêbendê rêkevtinê be, pirsgirêka dayîna miaşê karmendan û malnişînan jî dê çareser bibe. 

Wezîrê Darayîyê yê Herêma Kurdistanê di dawîyê de got: Kêmkirina bûca Herêma Kurdistanê di salên buhurî de ligorî biryarên sîyasî bûye û niha jibo pejirandina bûca sala 2020`an û rêkevtina bidestketî, top li meydana Parlimana Iraqê ye.