Nêçîrvan Barzanî: Em amadeyî alîkariya bo Bexadyê ne
Kanûn 04, 2019 17:19 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi balyozê Emerîkayê li Bexdayê ser amadetiya tam a Hewlêrê bo alîkariya bo dewleta navendî ya Iraqê bona çareserkirina rewşa niha ya vî welatî teqez kir.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Matthew Tueller balyozê Emerîkayê li Bexdayê got: Berevaniya ji ewlehî û aramiyê, hevkarî, hevahengî û kiryara hevpar a aliyên iraqî û hevkariya li bara rewşa niha, berpirsiyariya gişkan e.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê raghand: Barzanî cardinê ser hewldana vê herêmê bo rewşa Iraqê û aramiya siyasî û ewlehiyê li wê teqez kir û got ku Hewlêr bona raberkirina her cure alîkariyekê bona çareserkirina pirsgirêkan û damezrandina ewlehî û aramiyê tam amade ye.