Kanûn 02, 2019 18:42 Asia/Tehran
  • Nunerê dewleta Herêma Kurdistanê li Bexdayê:

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku îro gotûbêjên taxima mizakirekirê Herêmê bi rayeadrên Iraqê tê domandin û hevhatina Bexda û Hewlêrê tê îmzekirin.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Farsî Îsa, nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji malpera fermî ya Partiya Dêmokrat re raghand ku îro gotûbêjên taxima mizakirekirê herêmê bi rayedarên Iraqê re  li bara  nift û bûdcê tê domandin û hevhatina Bexda û Hewlêrê tê îmzekirin. û li gor wê pişka herêmê ji bûdca sala 2020an  a Iraqê li hember radestkirina  rojê 250 hezar bermîl nifta herêmê bo hikûmeta anvendî, tê dayîn.  Faris Îsa teqez kir ku Bexda li hember wergirtina  rojê 250 hezar bermîlên nifta herêmê, para herêmê ji bûdca 2020`an  tam dê bide. 

Ev civîna 5 sietî ya taxima muzakirekirê herêmê bi rayedarên rayedarên iraqî  re bê encameke diyarî dawî bûye û Xalid Şuwanî, berpirsê peywendiyên kabîna Herêmê û dewleta Iraqê got ku gotûbêj duşemiyê dê bên domandin.