Mijdar 10, 2019 15:22 Asia/Tehran
  • Pêşnûmaya çaksazîyan dê heta sibê li Parlemana Herêma Kurdistanê were raberkirinê

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di 24 sietên pêşber da yê pêşnûmaya çaksazîyan li Parlimanê raber bike ta ku firaksyon liser lihev ibkin.

pêşnumaya çaksazîyan dê heta sibê Duşemê li Parlemanê were raberkirinê ta ku firaksyon liser lihev ibkin. Ligorî raporan

Piştî raberkirina pêşnûmaya çaksazîyan li Parlimana Herêma Kurdistanê, wê desteya Serokatîya Parlemanê têkildarî wê bicive û paşê Desteya Wezîran yê bi serokên firaksyonan re bicive.

Çavkanîyekî agahdar jî ragihand ku Serokên fraksyonan hatine agahdarkirinê ku bi ti awayekî digel mêdyayan qise nekin, nemaze dema giheştina pêşnumaya çaksazîyan bo Parlimanê aşkira nekin.

Ligorî gotina wî çavkanîyî, nêrîna fraksyonan gellekî nêzîkî hev e û heta dawîya vê mehê dê ew pêşnumaya were pejirandinê.

Roja 3`yê Mijdarê Lêjneya Amadekairina pêşnumaya çaksazîyan civîya û pêgirî kir ku pêwîst e amadekirina wê pêşnumayê jibo raberkirina wê li Parlimana Herêmê were lezandinê.