Mijdar 07, 2019 07:55 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Bûce û Madeya 140`ê babetên herîsereke yên nakokîyên digel Bexdayê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ``bûce`` û ``madeya 140`ê`` babetên herîgirîng ên nakokîya di navbera Hewlêr û Bexdayê de zanîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li panela Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ya li Hewlêrê tevî pêgirîya ser vê yekê ku bidû nehîştina hemî nakokîyên digel Bexdayê ye, pişka Herêma Kurdistanê ji bûca salê ya Iraqê û madeya 140`ê taybet bi deverên kêşeliser babetên herîgirîng ên nakokîya di navbera Hewlêr û Bexdayê de zanîn.

Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî, serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê bibîr xist û got, “Ev ne tenê ji bo nîşandana niyetpakiyekê bû. Em ji bo du mijarên girîng çûbûn. Yekem, asayîş û meseleya navçeyên kêşeliser bû. Duyem jî, meseleya budce, petrol û gazê bû. Di mijara yekem de me gavên girîng jî avêtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pişkeke axavtina xwe da amajeyî mijara kabînê û peywendîyên digel Cîgirê xwe jî kir û got ku liyêkgiheştineke baş di navbera wî û Qubad Talebanî û desteya wezîran de heye û bi bîr xist ku ew dixwazin têkoşîna dijî gendelîyê û pêkanîna çaksazîyan bidomînin.

Mesrûr Barzanî bi gotina vê yekê ku ew dixwazin girîngîyeke taybet bidin perwerde û tenduristîyê, ragihand ku ligorî amaran, Herêma Kurdistanê hewcedarê 35 hezar polên dersxwendinê ye.