Cotmeh 16, 2019 19:28 Asia/Tehran
  • Seredana welatîyên Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê sedî 75 kêm bûye

Serokê Yekitîya Şirketên Geştên Esmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku piştî êrişa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê seredan û geştên esmanî yên welatîyên Herêma Kurdistanê bo wî welatî di hefteya buhurî de sedî 75 kêm bûye.

Ligorî rapora Radyoya Newayê, Serokê Yekitîya Şirketên Geştên Esmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê Lawe Mamvendî ragihand ku di kêmtir ji hefteyekê de û weke berteka himberî êrişa giran a Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê, seredan û geştên esmanî yên welatîyên Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê sedî 75 kêm bûye. 

Wî herwiha got: Bi dû wê berteka welatîyên Herêma Kurdistanê bihaya bilîta balafiran a ber bi Istenbol û Enqerê ji 400 Dolarî daketîye 250 Dolarî.

Serokê Yekitîya Şirketên Geştên Esmanî ya Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got: Nika welatîyên Herêma Kurdistanê jibo gerr û seyranê dewsa Tirkîyê bera xwe didin Dubêyê.

Bilî vê yekê welatîyên Herêma Kurdistanê bi merema piştgirîya ji Kurdên Sûrîyê dest bi kempêynên boykotkirina kel û pelên Tirkîyê ji wan xwarin, cil û berg, mobl, alavên dîcîtal û avahîyan kirine û ji hemî welatîyan dixwazin ku kelûpelên Tirkîyê nekirin û li Helbçê jî hin hunermend li kûçe û kolanan digerin û gel jibo boykotkirina kelûepelên Tirkîyê vedixwînin.

Hin televîzyonên Herêma Kurdistanê jî weşandina rêzefîlmên tirkî û reklama bo kelûpelên wî welatî rawestandine û şirketên ticarî û geştyarîyê jî peymanên digel şirketên tirkîyeyî ibtal kirine.

2 roja piştî destpêbûna êrişa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê jî Şirketên Geştyarîyê yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku hemî tûrên ber bi Tirkîyê hatine rawestandin.