Cotmeh 12, 2019 16:06 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî derbarê guhertina demogirafîya bakura Sûrîyê de dilgiranîya xwe nîşan da

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) derbarê guhertina demogirafîya bakura Sûrîyê û dûhatên dewama opêrasyona Artêşa Tirkîyê li wê deverê de dilgiranîya xwe nîşan da.

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî derbarê opêrasyona Artêşa Tirkîyê li deverên di bin kontrola Kurdan li bakura Sûrîyê de û dûhatên dewama opêrasyona Artêşa Tirkîyê li wê deverê de hişyarî da.

Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir ku di demên buhûrî de gelek hewl dane ku şer û alozî ji Kurdan û Sûriyê dûr bikeve û karesat û bela dubare nebin, lê mixabin di heyama çend rojên derbasbûyî de navçeyên Kurdnişîn li bakurê Sûriyê rastî êrişekê hatin û ketine bin rewşeke metirsîdar. Dewama şêrr û wê rewşa metirsîdar, gefeke cidî himberî  jiyana xelkê, aramî asayîşa deverê ye.

Barzanî got: Sedemên vî şerî her çi dibin bila bibin û her aliyekî ku xemsarî kiribe yan jî destê wî di vê rewşa metirsîdar de hebûye, niha dem ne dema muzayedeyên vala û hêrsbûnê ye, dema wê yekê ye ku her çi ji destê me tê ji bo nehiştina vê rewşa metirsîdar bikin da ku êdî xelkê bêguneh baca wê rewşê nedin û pêşî li guhertina demografiya wan navçeyên kurdnişîn bê girtin.