Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokê Herêma Kuridstanê dawîn alûgurên herêmê hilkolandin
Cotmeh 09, 2019 07:45 Asia/Tehran
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê duh danê êvarê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtina li Hewlêrê de derbarê peywendîyên dualî û meseleyên rojevê ji wan rewşa sîyasî û ewlehîyî ya Iraqê û alûgurên din de rawêjkarî kirin.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê piştgirî da xurtkirina peywendîyên dewleta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê.