Cotmeh 07, 2019 20:10 Asia/Tehran
  • Civata Sûrîya Dêmokiratîk: Sênaryoya Efrînê tu wexta dubare nabe

Nunerê Civata Sûrîya Dêmokiratîk li Herêma Kurdistanê ragihand: Me xwe jibo her ihtimalekê amade kirîye û sênaryoya Efrînê tu wexta dubare nabe û dîyar kir: Heke şer destpê bibe dê tenê sînorê di navbera Grê Sipî û Serêkanîyê negire ber xwe belku dê kûratîya sînorên Tirkîyê jî bigire ber xwe.

Ligorî rapora Malpera Sibeyê, Nunerê Civata Sûrîya Dêmokiratîk li Herêma Kurdistanê Hûşeng Derwêş derbarê vekişîna hêzên amerîkî ji bakura Sûrîyê û ihtimala êrişa Tirkîyê de got: Biryara vekişîna hêzên amerîkî ji Kurdistana Sûrîyê, sîyaseteke bazirganî û ticarî ya Trump e û bûye sedema nakokîyeke giran di navbera Qesra Sipî û Pentagonê da. Em nahêlin xewna Erdogîn serêxwe bigire.

Wî herwiha got: Ya diqewime xewna Erdogîn bo bidawîanîna xwerêvebirîya Kudistana Sûrîyê ye ku di bin daxwaza avakirina Navça Aram de veşartîye lê, em nahêlin ku ew xewna pêk were. Heke şer destpê bibe dê tenê sînorê di navbera Grê Sipî û Serêkanîyê negire ber xwe belku dê dirêjatîya 600 kîlomêtrî ya sînorê digel Tirkîyê jî bigire ber xwe û ihtimala xurt ew e ku em şêrr veguhêzin nav axa Tirkîyê. Lewma pêwîst e dewleta Tirkîyê hemû ihtimalan berçav bigire. Ezmûna Efrînê dubare nabe. Ji ber ku ewlewîyeta HSD parastina ax û sînor û hemû pêkhateyên bakur û rojhilata Sûrîyê ye, lewma renge wiha xûya bike ku dê sênaryoya Efrînê dubare bibe lê bi awayekî dilnîya dibêjim ku ew qet dubare nabe, em jibo hemû ihtimalan amade ne. 

Hûşeng Derwêş herwiha got: Heta vê gavê tiştek neqewimîye lê heke şer destpê bibe, bilî awarebûna xelkê, gellek babetên metirsîdar hene nemaze xetera hebûna bi hezaran girtîyên DAIŞ`î li zîndanên HSDê nehe û bi hezaran malbatên DAIŞ`î li Kampa Holê.

Nunerê Civata Sûrîya Dêmokiratîk li Herêma Kurdistanê amajeyî daxûyanîya Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî jî kir ku têda gotibû ''Yan şerê DAIŞ`ê yan şerê Enqerê'' û dîyar kir: Mebesta wî eva bûye ku HSD nikare bi awayekî hevgav him bakura rojhilata Sûrîyê û niştecihên wê biparêze, him çavdêrîyê ser bi hezaran girtîyên DAIŞ`î û malbatên wan bike ku li zîndanên HSDê û Kampa Holê ne.