Cotmeh 07, 2019 18:14 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê bertek nîşanî biryara vekişîna hêzên amerîkî ji bakura Sûrîyê da

Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî vekişîna hêzên Amerîkayê gefa êrîşkirina ser rojhilata Firatê rexne li siyaseta Amerîkayê girt û ragihand: “Mixabin vekişîna Amerîkayê ji wan navçeyan aşkira kir ku PYD û YPG tenê û tenê bo karekî demkî hatine bikaranîn.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî derbarê pêşhatên nû yên derbarê bakur û rojhilata Sûrîyê û gefên Tirkiyê derheq êrîşeke serbazî li dijî wê herêmê de ragihand: “PYDê desthilata xwe sepand û gelek qurbanî jî da, lê mixabin vekişîna Amerîkayê ji wan navçeyan vê wateyê dide, ku PYD û YPG tenê û tenê bo karekî demkî hatine bikaranîn.”

Sefîn Dizeyî got: “Ev biryara diselimîne ku di nava ti rêkeftineke siyasî de, proje û piştevaniyek bo daxwazên Kurdên Sûrîyê nebûye û ew navçe careke din ji bo meremeke taybet û demkî hat bikaranîn.”

Dizeyî destnîşan kir ku xelkê sivîl ên Kurdistana Sûrîyê zirarmendê yekem in û tekez kir: “Em ji ber wan bûyeran gellekî dilgiran in û renge bibe sedema wê yekê ku bi sedan hezar kesên din ji wan navçeyan ve berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê ya vekişîna ji Kurdistana Sûrîyê jî rexne kir û ragihand: “Amerîkayê diviya zêdetir hember vê dosyeyê berpirsyar ba û berî vekişînê, alternatîveke wê heba.”

Sefîn Dizeyî derbarê çarenivîsa kampên DAIŞê de jî hişyarî da û ragihand: “Çend kampên DAIŞ'ê yên weke Holê hene û metirsî li ser çarenivîsa 70 hezar nîştecihên wan kampan heye û metirsî li ser hemû navçeyê heye.”