Îlon 21, 2019 18:36 Asia/Tehran
  • Hewldana bo kêmkirina aloziyan li peywendiyên her du partiyên serdest ên Herêma Kurdistanê

Hin hewldan bo asayîkirina peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê û girtina pêşiya hin aloziyên zêdetir navbera her du partiyan di rojevê de ne.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, girtina pêşiya Mehmûd Sengawî endamê nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî li Hewlêrê di roja pêncşemiya buhurî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Partiya Demokrata  Kurdistanê va, cardinê peywendiyên her du partiyên serdest ên Herêma Kurdistanê aloztir kirin.

Mehmûd Sengawî, pêştir li axiftinekê siyaset û nêrînên Mesûd Barzanî Serokê partiya Demokrata  Kurdistanê rexne kiribûn û girtina pêşiya wî li Hewlêrê wek bertekekê li hember van rexneyan hat zanîn.

Piştî vê kiryarê, hêzên ewlehiyê yên PDK, rêberên Yekitiyê hin bertekên tund nîşan dane û hitmala  zêdebûna aloziyan hene.

Rêbwar Îsmaîl, alîkarê berpirsê çiqa Hewlêrê ya YNK li gotûbêja bi televîzyona Rûdawê re raghand ku hewldanên bona girtina pêşiya gurrtirbûna pirsgirêkan bi PDK re agahî da û got: Li çarçoveya çareserkirina  pirsgirêkan û kutakirina aloziyên  çend rojên buhurî li peywendiyên her du partiyan, biryara pêkanîna komîteyeke hevpar hatiye dayîn. Biryar e ev komîteya li bara hemî meselên pêkhatî lêkolînên berfireh bike.