Îlon 18, 2019 16:40 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih rêyên nehîştina nakokîyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de hilkolandin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Serkomarê Kurd ê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya kutakirina nakokîyên di navbera Hewlêr-Bexdayê ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê kirin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Serkomarê Iraqê Berhem Salih kir û her du alîyan di hevdîtinekê de pêgirî ser kûrkirin û berfirekirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê û kutakirina nakokîyên di navbera Hewlêr-Bexdayê ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê kirin.

Barzanî û Salih di wê hevdîtinê de derbarê mijar û meseleyên berbiçav ên di navbera Hewlêr-Bexdayê de ji wan pêşnumaya bûca sala bê ya Iraqê, Madeya 140 a Destûra bingehîn a Iraqê taybet bi deverên kêşeliser, pejirandina qanûnan û herwiha gef û xeterên weke têrorî û tundrîtêyê de rawêjkarî kirin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Serkomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya parastina tifaqa di navbera partîyên sîyasî li Iraqê, hevkarîya digel partî û alîyên iraqî, yekitî û hevdengîya têkildarî meseleyên çarenûsaz û berfirekirina peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Darayîyê yê vî welatî Fuad Hisên duh 17`ê Îlonê digel desteyeke pillebilind a dewleta navendî gihîştin Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê û ji hêla Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirinê.

Barzanî piştî pêşwazîya li Berhem Salih li Facebookê kêfxweşîya xwe ji ber wê seredanê nîşan da û ragihand ku hêvîdar e ew seredana bibe destpêkek jibo gotûbêjên avaker digel dewleta navendî ya Iraqê.