Îlon 12, 2019 16:03 Asia/Tehran
  • Bexda 80 milyard Dolarî deyndarê Hewlêrê ye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Bexda 80 milyard Dolarî deyndarê Hewlêrê ye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Cotyar Adil di civîneke çapemenîyê de li Hewlêrê pêgirî kir ku pêwîst e Bexda deynê 80 milyarî Dolarî bide Hewlêrê.

Wî derbarê nakokîyên têkildarî bûca sala 2020 a Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê jê de got: Herêma Kurdistanê bi dû lihevkirina digel dewleta navendî ya Iraqê ye bi mercê ku hemî mafên Herêma Kurdistanê bên garantîkirinê û jibo wê mebestê jî biryar e ku desteyek seredana Bexdayê bike.

Wî paşekevtkirin û berdanîna pişkeke miaşa karmendên Herêma Kurdistanê yek ji mêhwerên muzakireyên Hewlêr û Bexdayê da zanînê û got: Me miaşa karmenda û miaşwergirên din qut nekirîye belkî Bexdayê ew kara kir û asta wê jî 8 heta 9 milyard Dolar e.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir ku dewleta navendî ya Iraqê deyndarê Herêma Kurdistanê ye û bûca Hêzên Pêşmerge jî pişkeke wî deynî ye ku ji sala 2005`ê ve nehatîye dayînê û heta roja îro 80 milyard Dolar diravê Herêma Kurdistanê li cem dewleta navendî ye.