DAIŞ`ê li Xaneqînê êrîşî Hêzên Pêşmerge kir
Tebax 16, 2019 12:20 Asia/Tehran
Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li sînorê Xaneqîn êrîşeke çekdarên DAIŞ`ê têkşikand û li navçeyê ketine amadebaşiyê de.
Li navçeya Kanî Masî ya ser bi qezaya Xaneqînê ve çekdarên DAIŞ`ê êrîşî baregeheke hêzên Pêşmerge kirin û bi tûndî bersiva wan hate dan.
Ligorî rapora Kanala Kurdistan 24`ê Fermandarê koma 3 ji lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge Cimûr Rustem ji Kurdistan24 re ragehand, ku çekdarên DAIŞ`ê êrîşî baregeheke wan li navçeya Kanî Masî kirine û wan bi tûndî bersiva wan çekdaran dane.
Wî herwiha got ku piştî nîvsiet şerê giran di navbera wan û çekdarên DAIŞ`ê de, têrorîst reviyan û piştre hêzeke din a Pêşmerge gihişte deverê û hêzên wan jî, di amadebaşiyê de ne. Herwiha got ku ti ziyan negihiştine hêzên Pêşmerge.