Vebûna nîşangeha ger û seyîrana Rojhilata Navîn li Hewlêrê
Îro bi pişkdariya serokwezîrê herêma Kurdistana Iraqê nîşangeha dudyane ger û seyîrana Rojhilata Navîn li Hewlêrê karê xwe destpê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Iro Yekşemê 17 Adayê bi pişkdariya Niçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistana Iraqê nîşangeha dudyane ger û seyîrana Rojhilata Navîn li ciyê hertimî yê nîşangehên Navnetewî yê Hewlêrê karê xwe destpê kir.
Nadir Rûstî berdevkê saziya ger û seyîrana Herêma Kurdistana Iraqê li bara vê nîşangehê ragihand ku ev nîşangeha sê rojan dê berdewam be û naveroka vê nîşangehê jî li ser petansiyêlên torîzm û ger û seyrana li Rojhilata Navîn e.
Wî got: Li vê nîşangehê 250 kompanî ji 25 welatan pişkdarin û birêketina nîşangehên wiha dê tesîrekî rasterast li ser seneta ger û seyîranê li Herêma Kurdistana Iraqê hebe.
Nadir Rûstî bal kişande ser hedef û armanca birêketina vê nîşangeha ger û seyîranê û ragihand hedefa vê nîşangehê peywendiya kompaniyên ku li ser seneta torîzmê dixebitin, nasandina petansiyêlên heyî li Herêma Kurdistana Iraqê û hatina torîstan bo vê herêmê ye.