Adar 17, 2019 12:20 Asia/Tehran
  • Erdogan: Birîna Helebcê hîn nû ye

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi helkefta sî û yekemîn karesat û musîbeta kîmyabarana Helebcê peyamek belav kir.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, li ser twîttera xwe peyamek li ser karesat û musîbeta kîmyabarana bajarê Helebce yê Herêma Kurdistana Iraqê belav kir û ragihand, piştî 31 salan hîn jî birîna ku ji ber kîmyabarana Helebcê di wîjdana mirovan de çêbûye, nû ye.

Erdogan, musîbeta Helebcê wek “deqeka reş” di dîroka mirovahiyê de bi nav kiriye û gotiye: Rehma Xudê li wan birayên me yên kurd be, yên ku di encama wê komkujiyê de canê xwe ji dest dan.

Rejîma Beisa Iraqê bi serokatiya Sedam Husên li 15 Adara 1988 bajarê Helebcê li Kurdistana Iraqê kîmyabaran kir ku di encamê de zêde ji 5 hezar însanên bê guneh can dan û ti dengek ji welatên cîhanê bi taybet yên rojavayê li hemberî vê cinayetê derneket.