Adar 17, 2019 11:18 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Bûyera tirsnak a kîmyabarana Helebcê û Serdesştê ti caran ji bîr nabe

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf peyamek bi hegera salvegera karesata kîmyabarana Helebce belav kirin û tê de diyar kir: Bûyera tirsnak a kîmyabarana Helebcê û Serdesştê ti caran ji bîr nabe.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh şemiyê di riya twittera xwe re peyamek bi minasibeta salvegera kîmyabarana Helebce belav kir û tê de diyar kir: Destpêkê welatên rojavayê kîmyabarana Helebcê ji aliyê Rejîma cinayetkar a Beisa Iraqê (Sedam Husên) red kirinû ew avêtin sikura Îranê lê belê dema  ji hemûyan eşkera bû ku hevpeymanê wan Sedam Husên ev cinayeta kiriye û sîlahên kîmyawî ku danê li dij xelkê bêguneh ê kurd li Helebcê bikar aniye xwe bêdeng kirin.

Zerîf dibêje: Reng e welatên rojava hez dikin karesata Helebce û Serdeştê  ya 31 salên berê heya roja îro ji bîr bike, lê ne em û ne jî birayên me yên Kurd wê ti caran ji bîr nakin.

Rejîma Beisa Iraqê bi serokatiya Sedam Husên li 15 Adara 1988 bajarê Helebcê li Kurdistana Iraqê kîmyabaran kir ku di encamê de zêde ji 5 hezar însanên bê guneh can dan û ti dengek ji welatên cîhanê bi taybet yên rojavayê li hemberî vê cinayetê derneket.

Ji bo cara yekem Rejîma Sedam Husên Şileya 1981 çekên kîmyawî li dij Îranê bikar anî li şerê Iraqê li dijî Îranê Rejîma Hanê zêde ji 3500 caran bombebarên kîmyawî bikar anîn û zêde ji 100 hezar îranî li deverên sînorî û li bereyên şêr şehîd kirin.

Raste peymana qedexetiya sîlahên kîmyawî û yên tevkujiyê îmza bûye, lê belê hîn hin welatên wekî Amerîkayê li gor pêsparteyên xwe yên di konvansiyonên navneteweyî naxebitin.