Sibat 21, 2019 18:05 Asia/Tehran
  • Xwesteka wezareta nifta Iraqê ji bo radestkirina meydanekî niftê ya di destê Hewlêrê de

Kompaniya Niftê ya Bakûra Iraqê ser bi wezareta nifta vî welatî li daxuyaniyekê ji bilî ku bal kişand ser vê yekê ku meydanekî niftê ya parêzgeha Nêynewayê di çar salênm buhurî de di destê Herêma Kurdistanê de bûye, xwest ku ew radestî wezareta niftê ya Iraqê be.

Li gorî rapora televîzyona NRT`yê, lin daxuyaniyekê ku ji aliyê Kompaniya Nifta Bakûr a Iraqê ve ku ser bi wezareta nifta vî welatî ye hatiye weşandin: Wezareta çavkaniyên sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji 10`ê Nîsana 2014`an ve heya niha meydana niftê ya Sefiyê li parêzgeha Neynewayê, girtiye destê xwe û di van 4 salan de meydana hanê ya niftê ji aliyê Kompaniya niftê ya Kar ser bi wezareta çavkaniyên sirûştî ve hatiye birêvebirin.

Li dewamê amajeyî vê yekê bûye ku ev meydana niftê dema ku di destê wezareta nifta Iraqê de bûye, kariye ku 4 hezar bermîlên di rojê de berhem bîne û ragihand ku niha kompaniya niftê ya Kar asta berhemanîna niftê ji meydana hanê 3 hezar bermîl di rojê de ragihandiye.

Kompaniya Nifta Bakûr ragihand ku tevî vê yekê meydana niftê ya Sefiye di destê Herêma Kurdistana Iraqê da ye, wezareta nifta Iraqê tu agahiyek ji hûrgîliyên derxistin û berhemanîna niftê ji wê tuneye û her ji ber vê yekê ev kompaniya ji dewleta Iraqê xwestiye kontrola vê meydana niftê ji Herêma kurdistanê bistîne û bixwe ewê hilkolîne û birêve bibe.

Wezareta nifta Iraqê herwiha ji wezareta bacê ya vî welatî xwestiye ku bi hesabkirina derhata 4 salên buhurî ya meydana niftê ya Sefiyê û meydanên din ên ku di destê Hewlêrê bûne, vê pereyê ji par û pişka Herêma Kurdistanê ya ji bûceya sala 2019`an kêm bike.