Sibat 20, 2019 16:29 Asia/Tehran
  •  Mesrûr Barzanî daxwaza zêdekirina alîkariyên Ewrûpayê bo vegeryana awareyan kir

Mesrûr Barzanî serokê saziya asayiş û ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaza zêdekirina alîkariyên Belcîka û Ewrûpayê bo vegeryana awareyan kir.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Mesrûr Barzanî,serokê saziya asayiş û ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi Elêksander Dokro, alîkarê ewil ê serokwezîrê Belcîkayê re hevdîtin pêk anî..

 Li vê hevdîtinê Barzanî daxwaza zêdebûna  hevkariya Belcîka û Yekitiya Ewrûpayê bo avedankirina navçên şerlêxistî yê Iraq û vegeryana  awareyên rûniştiyê Herêma Kurdistanê bo navçên sereke yê xwe kir.

Barzanî li vê hevdîtinê daxwaza zêdekirina  hevkariya navbera Belcîka û Yekitiya Ewrûpayê bo avedankirina navçên şerlêxistî yên Iraq û vegeryana  awareyên rûniştiyê Herêma Kurdistanê bo navçên xwe kir.

 Barzanî û Dokro li bara dawîn alûgurên navçê û rawestana li ber terorê, geşatiya dualî gotûbêj kirin.

Alîkarê ewil ê serokwezîrê Belcîkayê jî got ku  armanca wî ji vê seferê nirxandina rewşê û hevcetiyên Herêma Kurdistanê ye.

 Dukro li sefera Hewlêrê bi Mesûd Barzanî serokê partiya Demokrat ( Partî) jî hevdîtin û gotûbêj kir.