Sibat 19, 2019 18:38 Asia/Tehran
  • Serkirdeyekî YNKê: Em neçar in ligel PDK`ê bigihin rêkeftinê

Piştî ku Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, beşdarî civîna Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê nebe û Polîtburoya wê partiyê jî bi daxuyaniyekê nîgeraniya xwe derbarê sazkirina civînê bêyî YNK`ê de anî zimîn, endamekî Serkirdatiya YNKê dibêje: “Hêj gotûbêjên ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bidawî nebûne û me neçar in ku bigihin rêkeftinê.”

Endamê Serkirdayetiya YNKê Nesrula Sûrçî li koma nûçegîhanan got: Nakokiyên ku di navbera me û PDK`ê da hene divê bên çareserkirinê, ji ber ku eger lihev nekin ne dikarin destkeftan biparêzin û ne jî siberojeke zelal li benda me ye.”

Endamê Serkirdayetiya YNKê nîgeraniya partiya xwe têkildarî PDK`ê veneşart ku civîna parlamentoyê heta dema rêkeftina navbera wan paş nexist û got: “Civîn û peywendiyên me ligel PDK`ê bidawî nebûne û herdu alî ser wan beşên rêkeftina navbera xwe ku heta niha li ser negehiştine rêkeftinê gotûbêjê dikin.”

Nesrula Sûrçî got: “Şanda me ya danûstandinê di hemû civînên borî yên ligel PDK`ê de daxwaza ti postekî nekirîye û tenê pêgiriya me li ser rewşa neasayî ya Kerkûkê bûye, ku divê parêzgarekî Kurd bo wê parêzgehê kivş bikin û piştre jî rewşa bajêr normal bikin, PDK jî bi devkî razî bûye, lê heta niha naxwaze li ser kaxezê îmze bike, lewra mercê me jî bo rêkeftinê, dosyeya Kerkûkê ye.”