Desteya Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê hat hilbijartin
Di encama dengdana di civîna Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê da ya ji bo bijartina Desteya Serokatîyê ya Nû da, Serokparliman û her du Alîkar bi dengê parlimanteran hatin bijartinê. Vala Ferîd wek yekem jin bû seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Hêmin Hewramî weke Cîgirê Yekem û Muna Qehwecî jî weke Cîgira Duyem hatin hilbijartin.
Civîna Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê îro bêyî fraksiyonên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê hat lidarxistin.
Di civîna ku ji bo kivşkirina Desteya Serokatîya Parlimanê hat lidarxistinê de, Berbijêra PDK`ê, Vala Ferîd bi 64 dengan weke Seroka Parlamentoyê hate hilbijartin û berbijêrê PDK`ê Hêmin Hewramî weke Cîgirê Yekem û parlamentera Partiya Reform a Tirkmenî Muna Qehwecî jî weke Cîgira Duyem a Serokê Parlamentoyê hatin hilbijartin.
Hêmin Hewramî diyar kir ku posta Serokê Parlementoyê heqê YNK`ê ye û got: “Îro ji ber ku birayên me yên YNK`ê amade nebûn, me weke Fraksiyona PDK`ê, Vala Ferîd ji bo Serokatiya Parlementoyê kir berbijar.
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer jî li koma nûçegîhanan ragihand, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser posta Parêzgariya Kerkûkê dilniyayî nedaye me, em beşdarî civîna Parlementoya Kurdistanê nabin.
Parlimanterên Fraksyonên Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Partîya Komonîst jî tevî amadebûna di civînê da beşdarî dengdanê nebûn.
Civîna îro ya Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê 4 sietan dereng hat lidarxistinê û parlimanterên YNK`ê jî ew boykot kirin û ji avahîya Parlimanê derketin.