Sibat 17, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Amdetiya Herêma Kurdistana Iraqê bo bêencamkirina boykotên li dijî Îranê

Waliyê Helebça Iraqê, amadetiya Herêma Kurdistana vî welatî bo hevkariya bi Îranê re bona bêencamkirina boykotn li dijî Îranê raghand.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Azad Ehmed  Tofîq, waliyê Helebça Iraqê ku sefera parêzegha Kirmaşanê li rojava Îranê kiriye, roja yekşemê li hevdîtina bi Hûşeng Bazvend, waliyê Kirmaşanê got: Îranê tim li hember boykotên zalimane yên Emerîkayê kiryareke baş hebûye û ji Emerîkayê serfiraztir bûye.

 Tofîq bal kişand  ser vê yekê ku gelê Helebçê xwe deyndarê gel û dewleta Îranê dizanin û got: Zêdebûna peywendiyên navbera gelê Kirmaşana Îranê û Helebça Kurdistana Iraqê dikare bibe sedema geşatiya zêdetir û rewneq û geşatiya aborî navbera her du welatan.

 Hûşeng Bazvend, waliyê Kirmaşanê jî amadetiya vê parêzgehê bo hevkariya giştalî bi Herêma Kurdistanê re raghand û got: Parêzgeha Kirmaşanê li warên aborî, çandî û xizmetkirinê mîna geştyarî, tendrustî û hîndekariyê amadeyî hevkariya bi Helebçê re ye.

 Bazvend bal kişand  ser boykotên zalimen  yên Emerîkayê li dijî gelê Îranê û destnîşan kir: Parêzgehên sînorî yên Îran û Iraqê dikarin bi zêdekirina asta peywendniyên  aborî,van gef û boykotan bikin derfeteke bo geşatî û hevkariyê.

 Waliyên Kirmaşanê û Helebçê her wiha hevhatina hevkariyê li sê warên  aborî, çandî û ewlehiyê wajo kirin.

 Parzêgeha Kirmaşanê li rojava Îranê,371 km sînorên hevpar bi Iraqê re heye  ku nêzîkî 117 km sînorê bi parêzgeha Helebçê re ye.