Mesrûr Barzanî: Yek ji babetên hevdîtinên me ligel berpirsên welatan baştirkirina rewşa aborîya Kurdistanê bû
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnemevanî de li Munîxê naveroka civîn û hevdîtinên xwe li Konferansa Asayîşa Munîcxê aşkere kir û hevdîtinên hanê erênî nirxand.
Mesrûr Barzanî got: “Di wan du rojên me beşdari di konifransê de kir me çendîn gotûbêj û hevdîtinên ligel wezîr û berpirsên bilind yên welêtên beşdarî konferansê bibûn pêk anî. Di van civîn û hevdîtinan de me dîtinên xwe anîn ziman û me li ser çend pirsên giring gotûbêj kirin.”
Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Di hevdîtinên me de me rewşa kurdên Sûriyê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û metirsiya serheldana DAIŞê jî gotûbêj kir.”
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand mijareke din a babeta şanda Herêma Kurdistana Iraqê baştirkirina aboriya Herêma Kurdistanê bû.
Mesrûr Barzanî hêviya xwe jî anî ziman ku ew hevdîtin û civînên wan bibin sedema alîkarî û piştevaniya zêdetir a navdewletî bo Herêma Kurdistanê.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandek ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê beşdarî Konferansa du rojî ya Asayîşê ya Munîxê bibûn.