Sibat 17, 2019 10:20 Asia/Tehran
  • PDK û Goranê li ser proseya siyasî li hev kirin

Îro Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Tevgera Goran piştî civîna 5 saetan, li ser proseya siyasî li hev kirin.

Duh Şemiyê PDK û Tevgera Goran li ser postên Goranê yên di kabîneya 9emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê dayîn kom bûn.

Goran û PDK ji bo cara dawî derbarê pêkanîna hikûmetê û rêkeftina siyasî ya ligel PDKê bo heyam 5 saetan civiyan. Piştî 5 saetên civînê şanda danustandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goran li ser 4 xalan gehiştin rêkeftinê.

Piştî civînê Endamê Şanda Danustandinê ya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawês ragihand ku herdu alî li ser şêweyê hikûmetê rêkeftine ka dê çawa be, dê herdu alî jî ji civîna 18ê mehê ya parlementoya Kurdistanê amade ne.

Dr. Roj Nûrî Şawês diyar kir ku gotûbêjeke zelal derbarê pewyendiyên herdu aliyan û pêkanîna kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û rêkeftina siyasî ya navbera herdu aliyande hatiye kirin.

PDK û Goranê li ser van xalan rêkeftine:

1- Rêkeftina siyasî di navbera PDKê û Tevgera Goran de hatiye pejirandin.

2- Di civîna parlementoyê de ya 18ê Sibatê de dê fraksyona PDKê û Fraksyona Goran beşdar bibin.

3- Li ser awayê pêkanîna hikûmetê gehiştine qonaxa dawiyê û pêşveçûneke baş bi xwe ve dîtine.

4-Projeya rêkeftinê dê ji bo serkirdatiyên herdu aliyan ji bo pesendkirina dawiyê bê şandin.