Sibat 15, 2019 18:18 Asia/Tehran
  • PDK û YNK: Me li ser projeya xwe ya siyasî li hev kir

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku wan li ser projeya siyasî ya navbera YNK û PDK`ê li hev kirine û tenê ew tişt maye ku Encûmena Serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pesend bike û rêkeftin piştre were îmzekirin.

Îro şanda desteya PDK`ê çû Silêmaniyê û li polîtburoyê ligel desteya YNK`ê civiyan.

Berdevkê PDK`ê Mehmûd Mihemed di konferansa rojnamevaniyê ya hevbeş ligel Berdevkê YNK`ê Seidî Pîre da li ser encama civînê ragihand: “Bi hewldanên hemû aliyan piraniya pirsgirêkan hatine çareserkirin û îro jî ew beşa kêm jî ku mabû, hat çareserkirin û em gihiştin rêkeftinê. Hemû mijarên girêdayî bi mijara pêkanîna hikûmetê, Serokatiya Herêmê û herwiha Kerkûkê ve ne, dê bi rêkeftinê werin yekalîkirin.”

Mehmûd Mihemed diyar kir: “Reşnivîsa ku hatiye amadekirin, di civîna polîtburoya YNK`ê ya sibê da yê biryara dawîyê li ser bidin.”

Li ser mijara rêkeftina bi Tevgera Goranê re jî, Mehmûd Mihemed got: “ Goranê hêj gotûbêja ser projeya hevbeş a navbera me temam nekirîye, sibe dê were yekalîkirin ku çawa ye û bi çi şêweyê ye.”

Berdevkê YNK`ê Seidî Pîre jî li ser rêkeftina derbarê Parêzgarê Kerkûkê de diyar kir: “Me li hev kir ku Parêzgarê Kerkûkê bi rêkeftinê were kivşkirin. Herwiha ji bo mijara Wezareta Dadê biryar hatiye dayîn ku ev mijar ji aliyê Serokê PDK`ê û YNK`ê ve were yekalîkirin.”

Li ser civîna Parlementoya Herêma Kurdistanê jî ku biryar e di 18`ê vê mehê de birêve biçe, Seidî Pîre got: “Divê em saziyên xwe yên rewa çalak bikin û ti aliyekî ku ji civîna parlementoya nû xwe veşêre, karekî baş nake. Lewma YNK yê beşdarî civîna 18`ê mehê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê bibe.”