PDK û Goran ji bo pêkanîna Kabîneya Nû nêzîkî hevûdu ne
Sibat 15, 2019 16:49 Asia/Tehran
Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li ser pêkanîna desteya wezîran bi awayê destpêkî gihiştine rêkeftinê.
Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li ser pêkanîna kabîna nû bi awayê destpêkî gihiştine rêkeftinê. Şandek pilebilind a Tevgera Goranê seredana Pîrmam kir û digel endamên mekteba siyasiya PDK`ê civiya.
Piştî sê demijmêr ji civînê her dû aliyan ragihandin, ew bi temamî ji hev nêzîk bûn e û roja duşema bê dê civîna yekalîker ji bo îmzekirina rêkeftinê encam didin.
Li gorî zanyariyan,di civînê de Goranê daxwaza posta Cîgirê Serokê Hikûmetê û hejmarek wezaretên xizmetguzariyê kiriye.
PDK ji bo pêkanîna hukimetê ligel aliyên curbicur çend civîn encam dane.