Endamekî YNK`ê: Pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî YNK`ê, dasepandina pergala duîdareyî ye
Endamê nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê bi ragahndina vê yekê ku şertê wê bo beşdariya li hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, şîrîkatiya rastîn e û teqez kir ku pêkanîna hikûmetê ji aliyê Partiya Demokrat bêyî beşdariya Yekitiya Niştimanî, mîna dasepandina sîstema duîdareyîyê li Herêmê ye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Hawilatiyê, Qadir ezîz li bara helwesta Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li bara damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê got ku şîraketa rastîn li hikûmetê û biryardayînê şertê vê partiyê bo beşdariya li hikûmetê ye.
Wî diyar kir ku ger Partiya Demokrat bêyî beşdariya YNK li Herêma Kurdistanê kabînê pêk bîne, ev kiryara tê wateya dasepandina sîstema duîdareyîyê ser Herêma Kurdistanê.
Endamê nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê, bal kişand ser vê yekê ku beşdariya PDK`ê li civîna tê ya parlemanê ku biryar e bona kivşkirina taxima serokatiyê pêk were, girêdayî bi îzmekirina pakêca hevhatinê navbera YNK û PDK`ê ye û got ku YNK`ê bêyî cihhatina şertên xwe dê beşdarê vê cvînê û beşdarê kabînê nebe.
Her wiha teqez kir ku peywendiyên navbera YNK û partiyên din ên herêmê pir erênî bûne û ev partiya dê bi partiyên din re hevdîtin û gotûbêjê bike.