Guhestina hin yekînên pêşmerge bo parêzgeha Enbarê derew hat zanîn
Sibat 12, 2019 19:03 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê Wezareta pêşmerge ya Herêam Kurdistanê ragahnd ku qet haje her cure hevhatina navbera Bexda-Hewlêrê li bara guhestina yekînên hêzên pêşmerge bo hin navçên li parêzgeha Enbarê nîne.
Li gorî rapora KurdPressê, û ji zarê malpera nûçan a El-Medarê, Cebar Yawer li hevpeyvîna rojnamevaniyê got: Wezareta pêşmerge tu agahiyek li bara şandina pêşmerge bo her cure navçên li Iraqê ji wan parêzgeha Enbarê tune û raporên hatî weşandinê li vê barê derew dizane.
Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyeke egehdar li parêzgeha Enbarê pêştir raghand du yekînên pêşmerge li çend rojên tê dê bên şandin bo parêzgeha Enbarê û li bajarên Remadî û navça Amêriyê li başûrê bajarê Felûcê bi cih bibin.