Sibat 11, 2019 18:52 Asia/Tehran
  • Rêkeftina hijdexalî ya PDK û YNK`ê

Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand: “Rêkeftina navbera PDK û YNK`ê ji 18 madeyan pêk tê, hitmala zêdebûn û kêmbûna madeyan jî heye.”

Li gorî rapora Malpera Kanala Rûdawê, Seidî Ehmed Pîre diyar kir, ku rêkeftin pênaseya şêweya pêkvebûn û şirîkatiya rastî a navbera YNK û PDK`ê dike û got: “Divê ev şirîkatî rengê xwe bide warên aborî, bazirganî, siyaseta darayî û şefafiyet, hinardekirin û firotina petrolê.”

Berdevkê Polîtburoya YNK`ê Seidî Pîre got: “Ez û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftina siyasî hatin erkdarkirin, lê hêj rêkeftin temam nebûye, em gihiştine wê yekê ku heta niha %80`yê wê bi dawî bûye. Tenê di hinek xalan de cudahiyeke kêm a nêrînê heye.”

Biryar e berî civîna parlementoyê di 18`ê vê mehê de PDK û YNK careke din li ser asta bilind bicivin. Endamekî Serkirdetiya YNK`ê diyar dike ku "ew reşnivîs tê amadekirin daku civîna bê ya polîtburoyên herdu aliyan îmze bikin û ligel wan daxwaz û têbîniyên Goranê dide PDK`ê û dê bibe karnameya hikûmetê". Herwiha destnîşan kir ku li gor reşnivîsa rêkeftinê "herdu partî yê derbarê siyaseta darayî ya hikûmetê û dahatan da agahdar dibin û di tevgera leşkerî de nêrîna YNK`ê bê wergirtin û di peywendiyên derve de YNK li gor pêgeh û giraniya xwe, berpirsyarî jê re tê dayîn.”

Şêwirmendê Polîtburoya PDK`ê Arif Ruşdî jî di vî warî da ragihand: “Herdu aliyan gavên baş avêtine û li gor wê rêkeftina ku hatiye amadekirin, ji bo Bexda û derve û nava hikûmetê yê siyaseteke zelal hebe.”