Sibat 10, 2019 18:47 Asia/Tehran
  • Îsal yê 10 nîşangehên navnetewî li Hewlêrê bên lidarxistin

Berpirsê Lidarxistina Nîşangehên Navnetewî yên Hewlêrê ragihand ku di sala 2019`ê da yê 10 nîşangehên navnetewî li Hewlêrê bên lidarxistinê ku pêka sala buhurî du û nîv qatî zêde bûye.

Berpirsê Lidarxistina Nîşangehên Navnetewî yên Hewlêrê Evdilla Evdilrehîm di hevpeyvîna digel malpera fermî ya PDK`ê da ragihand ku sala buhurî 4 nîşangehên navnetewî li Hewlêrê hatin lidarxistinê lê di sala 2019`ê da li gorî plankarîyan yê 10 nîşangehên navnetewî ji wan di warên tenduristî û xwarek, ticaret, nift û enerjîyê da werin lidarxistinê.

Wî herwiha got: Biryar e yekem nîşangeh di 20`ê Sibatê û mideha 4 rojan da bê lidarxistinê û diqewime ku ji ber pêşwazîya şirketên navnetewî hejmara nîşangehan di sala 2019`ê da jorda here.

Berpirsê Lidarxistina Nîşangehên Navnetewî yên Hewlêrê got ku qeyrana aborî û şerê dijî DAIŞ`ê bûn sedema kêmbûna lidarxistina nîşangehên navnetewî li Herêma Kurdistanê û di salên 2014-2018`ê ku Herêma Kurdistanê mijûlê şerê dijî DAIŞ`ê bû, hîç welat û şirketek amade nebû li nîşangehên Herêma Kurdistanê pişkdar bibe lê bi kutabûna wî şerî û çêtirbûna rewşa aborî, lidarxistina nîşangehan jî rewneqeke zêdetir bi xwe va girtîye.

Evdillah Evdilrehîm bal kişand ser pişkdarîya bi sedan şirketên navdar ên navxweyî û derveyî di van nîşangehana da û pêgirî kir ku lidarxistina nîşangehên navnetewî bandoreke rasterast li baştirbûna rewşê û geşedana aborîya Herêma Kurdistanê dike.