Yekim hevdîtinên taximên eskerî yên Hewlêr û Bexadyê li Xaneqînê
Rayedarê partiya Demokrata Kurdistanê li Xaneqînê li bara lidarxistina yekim civîna taxim awezareta pêşmerge û artêşa Iraqê bo avakirina hêzeke hevpar li Xaneqînê agahî da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, şêx Cefer Şêx Mustefa li gotûbêja bi malpera fermî ya partiya Demokrata Kurdistanê raghand ku îro yekşemiyê,10 Sibatê, yekim civîna hevpar navbera taxima wezareta pêşmerge û artêşa Iraqê li Xaneqînê li bara vegeryana hêzên pêşmerge bo vê navçê û avakirina hêza hevpar bo dabînkirina ewlehiya navçê hatiya lidarxistin.
Rayedarê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaneqînê her wiha got: Ev civîn bona damezrandina hêzên hevpar ên pêşmerge û artêşa Iraqê li navçên kêşedar didome.
Wî her wiha diyar kir ku ev civîn li gor hevhatinên navbera Hewlêr û Bexdayê tê lidarxistin û yekim pêngav bo damezrandina hêza hevpar li Xaneqînê û navçên din û normalkirina van navçana ye.