Berdevkê YNK`ê: YNK`ê yê postên Alîkarê Serokwezîr û Cîgirê Serokê Parlimana Herêma Kurdistanê bigire destê xwe
Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku mideha 2 hefteyên bê da, civîna Parlimana Herêma Kurdistanê yê were lidarxistinê û YNK`ê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê da yê postên Alîkarê Serokwezîr û Cîgirê Serokê Parlimana Herêma Kurdistanê bigire destê xwe.
Polîtboroya YNK`ê di 9`ê Sibatê de civînek bi merema gotûbêja ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê û bijartina parêzgarê Kerkûkê lidar xist.
Berî wê civînê, berdevkê YNK`ê Seidî Ehmed Pîre di civîneke rojnamevanîyê da ragihand ku civîna Parlimana Herêma Kurdistanê yê di 18`ê Sibatê da were lidarxistinê û desteya serokatîya parlimanê ya nû were bijartinê û destûra serokatîya Herêmê jî yê careka din çalak bibe.
Seidî Ehmed Pîre herwiha got: Bi destpêbûna karê Parlimanê, mijara bijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê jî di civînên bê da û herwiha civîna Civata Parêzgeha Kerkûkê teqil bibe û demajoya asayîkirina rewşa vê parêzgehê jî destpê bibe.
Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got ku YNK`ê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê da postên Alîkarê Serokwezîr û Cîgirê Serokê Parlimana Herêma Kurdistanê bigire destê xwe.
Wî herwiha got ku rêketinama di navbera YNK û PDK`ê yê bi zûtirkê jinûve were nivîsînê.