Nêçîrvan Barzanî ligel Adil Ebdulmehdî civiya
Sibat 08, 2019 11:28 Asia/Tehran
Roja çarşemê serokwezîrê herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rûnişt û pêre ser pirsgirêkên du alî gotûbêj kir.
Li gor IRNAyê, Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û digel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya. Ligor zanyariyan, Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî li vê hevdîtinê de ser lihevkirinên dawiyê yên navbera Bexda û Hewlêrê û gişt pirsgirêkên navbera du aliyan gotûbêj kirin.
Wan herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina kêşeyên di navbeyna her du aliyan de, herweha rêkeftina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî hilkolandin.
Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexda, piştî rêkeftina Hewlêr û Bexda li ser budceyê, yekem serdan e.