Sibat 07, 2019 17:23 Asia/Tehran
  •  Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çawaniya çareserkirina arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin. 

Heta niha bi fermî ti daxuyaniyek li ser naveroka hevdîtina serokwezîrê hikûmeta navendî ya Iraqê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn.