Sibat 07, 2019 16:09 Asia/Tehran
  •  Nêçîrvan Barzanî: Li çarçoveya qanûna bingehîn em ê hemî pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bikin

Serokwezîrê Îtalyayê li Hewlêr bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir û Nêçîrvan Barzanî li vê hevdîtinê diyar kir ku Hewlêr dixweze bo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayêre re li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê bikeve dewrê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna li gel Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte( Cozpê Kontê) di kongreya rojnemevanî de axivî. Barzanî spasiya Îtalyayê kir bo alîkariyên dane Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, Îtalya yek ji wan welatên hevpeymaniya navdewletî bû ku alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê dikir. Bi taybetî jî sipasiya Serokwezîrê Îtalyayê kir bo alîkarî û hemahengiya wan ligel Wezareta Pêşmerge û dezgêhên din ên ewlehiyê yên Kurdistanê.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li vê press konferansê tevî sipasiya  hevkariyên  Îtalyayê bi Herêma Kurdistanê re li rabuhuriyê, hêvî kir ku ev piştgirî û hevkarî li pêşerojê jî bên domandin.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku peywendiyên xurt di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê da hene û sipasiya xwe anî ziman bo karên çandî yên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê. Herwiha spasiya Serokwezîrê Îtalyayê kir ku rola wan di jinûvesazkirina bendava Mûsilê de heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di civînê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê geşedanên dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.

 Serokwezîrê Herêam Kurdistanê li bara mêhwerên  hevdîtina bi serokwezîrê Îtalyayê re got: Li vê hevdîtinê li bara  peywedniyên  Hewlêr û Bexdayê me gotûbêj kir û me destnîşan kir ku hikûmeta Herêma kurdistanê dixwezebo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayêre li çarçoveya qanûna bingehîn a Iraqê bikeve dewrê.